Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê Manûverên Leşkerî Destpê Dike


Ajansa nûçeyan ya dewletê roja Yekşemê ragihand ku artêşa Sûrîyê manûverên leşkerî destpê dike li dijî her êrîşeke ji derve, wekî hişyarî bo welatên din ku maytêkirinê di krîza li Sûrîyê de nekin.

Manûveran roja Şemîyê bi hêzên deryayî destpê kir, ku televizyona dewletê nîşan da çawa mûşek û gemîyên şer tên bikar anîn.

Wezîrê Berevanîya Sûrîyê Dawûd Rajiha li wir amade bû û pesnê performansa awarte ya hêzên xwe yên deryayî da.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG