Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed: Amerîka Aştîyê li Sûrîyê Gîro Dike


Bashar Assad June 20, 2011
Bashar Assad June 20, 2011
Serokê Sûrî Beşar El Esed dibêje ku piştevanên bîyanî yên “teroristan” wek Amerîka, Tirkîye, Erebistana Saudî û Qeter, aştîyê li Sûrîyê gîro dikin.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Almanî, Esed got ku hikûmeta Amerîkî di beşekê de berpirsiyar e beramberî kuştina xelkên sivîl, jiber piştgîrîya Washington bo serhildayan.

Hevdem, nûnerê taybetê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan roja Yekşemê gihişte Sûrîyê jibo encamdana gotûbêjan bi l Esed re.

Serdana birêz Annan bo Sûrîyê di demekê de ye ku sekretêrê berê yê Neteweyên Yekbûyî roja Şembî got ku bizavên navneteweyî jibo bi dawî anîna herikîna xwînê serkeftî nebûn.
XS
SM
MD
LG