Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Alîko: Biryar ji Qendîlê Derkeve Wê Her Tiştek Bê Sekinandin


Bi çavdêrîya Serokatîya Herêma Kurdistana Îraqê, rêberên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê û Partîya Yekîtiya Demokrat li Hewlêrê kom bûn di bizavekê de jibo çareserkirina pirsgirêkên navbera wan.

Fuad Alîko, sekretêrê berê yê Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê dibêje, em hêvîya girê didin bi civîna Hewlêrê û dixwazin ku şerê birakujî çênebe.

Di daxuyanîyeke nivîskî de, Encûmena Niştîmanî ya Kurd ragihand ku li demê birêveçûna civîna Hewlêrê, endamên PYD’ê berdewam in li bêrêzkirina welatî û çalakvanên Kurd.

Birêz Alîko dibêje ku rêkefitn hatîne îmzekirin, lê belê li ser erdî endamên PYD’ê li gorî rêkeftinan kar nakin.

Birêz Alîko herwiha dibêje ku baskê leşkerî yê PYD’ê ser bi Partîya Karkerên Kurdistan û Qendîlê ye û dibêje ku eger “biryar ji Qendîlê derkeve wê her tiştek bê sekinandin.”
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG