Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Amerîkî li Afganistanê: Vekêşana Hêzên Bîyanî Nabe Sedema Şerekî Navxweyî


Balyoz Ryan Crocker û serokê Afganistanê Hamîd Karzayî
Balyoz Ryan Crocker û serokê Afganistanê Hamîd Karzayî
Balyozê Amerîkî li Afganistanê, ku erka wî temam bûye, dibêje, ew bawer nake derketina leşkerên bîyanî dê welêt têxe nav şerekî navxweyî û rewşa wî ya aborî têk bibe.

Ryan Crocker jiber sedemên saxlemîyê di dawîya vê mehê dest ji karê xwe di xizmeta bîyanî ya li Kabulê berdide.

Birêz Crocker di hevpeyvîneke ligel ajansa Associated Press de, roja Pêncşemê got, li dema alîkarîya navnetewî dadikeve xwarê, aborî Afganî jî vedigere. Lê, ew dibêje hîn berhemdana wê ya xwecihî tê çaverê kirin ku bi rêjeya 5 ji sedî zêde bibe.

Crocker dibêje, rêberên netewî xwe wekî beşek ji hikûmeta navendî dibînin. Ew herwiha dibêje, ku kêm nîşan hene ku didin xuya kirin dê careke din şerekî navxweyî yê mîna ku piştî derketina hêzên Sovyêtê sala 1989’an çêbibe .
XS
SM
MD
LG