Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rakirina Toleyên Aborî yên Dijî Burmayê û Reaksîyonên Cîhanê


Hin rêxistinên mafên mirovan biryara Amerîka ya rakirina cezayên aborî ji ser Burmayê, bi şik û guman dinirxînin.

Washingtonê roja Çarşemê ragihand ku ew piştî 15 salan, niha rê dide kampanîyên Amerîkî ku wekî bersîv jibo reformên aborî û sîyasî ku li wir dibin, berhemkarî li welatê başûrê rojhilata Asyayê bikin.

Ev biryar rê nade danûstandinên aborî ligel artêşa Burmayê an jî kargehên di bin destên Wezareta Berevanîyê de. Biryar herwiha daxwaz ji karsazên Amerîkî dike ku raportên hûrbîn derbarê danûstandinên wan ligel Burmayê pêşkêş bikin.

Lê, hîn gelek kes hene ku bi vê biryarê ne kêfxweş in ku tevî nerazîbûna rêbera demokrasîxwaz Aung San Suu Kyi hate dayîn.

Xelatbira Nobel’ê, Xanim San Suu Kyi li dijî rêdana berhemkarîya navnetewî li sektora enerjîyê hişyarî dabû ku ew bi salên dirêj piştgirîya desthilata leşkerî ya zordar li wî welatî kirîbû.

Lisa Misol ya ji rêxistina Human Rights Watch ya bingeh li New York’ê ji Dengê Amerîka re dibêje, hêlana karkirina bi kampanya petrol ya di dest hikûmeta Burmayê biryareke ne di cîh de ye, bi kêmanî heta ku ew kompanya zelaltir û berpirsane be.
XS
SM
MD
LG