Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Nîşaneya Danûstandinan bi Cîranên Xwe re Dide


Karbidestên Amerîkî dibêjin, reng e Çîn amade be li ser çareşerkirina kêşeyên herêmî li Deryaya Başûrê Çîn’ê bi cîranên xwe danûstandinan bike.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton roja Pêncşemê li Kambodya’yê ligel Wezîrê Derve yê Çîn’ê Yang Yiechi hevdîtinek pêk anî. Clinton û Yang li rex konferansa Rêxistina Welatên Başûrê Rojhilata Asyayê (ASEAN) kom bûn. Karbidestên Amerîkî dibêjin, Yang bi hişyarî heweskarîya welatê xwe dîyar kir ku bibe beşek ji danûstandinan.

Tê gotin, reng e danûstandin meha Îlonê destpê bikin.

Di axaftinên ku ji konferansa ASEAN re hatibûn amade kirin, Clinton girîngî da pêdivîya rêkeftinekê li ser proseseke eşkere ku tê de ne qayilnebûn jî bi eşkereyî were behs kirin.

Xanim Clinton herwiha piştgirî da hikûmetan ku hewildanên hevbeş jibo bikaranîna deryaya dewlemend bînin pêş.

Brunei, Çîn, Malezya, Fîlîpîn, Taywan û Vietnam beşekî and hemû Deryaya Başûrê Çîn’ê îdîa dikin, bi piranîya deverên wê yên masîvanîyê û hebûna petrol û gazê.
XS
SM
MD
LG