Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî: Hêzên Hikûmetê Li Gundek Komkujî Kirin


Bizavkarên opozisyona Sûrî dibêjin hêzên hikûmetê bi tank û helikopteran pitirî 150 kesan li parêzgeha Hama bi kom kuştine, ku piranî sivîl in.

Bizavkar û şahid dibêjin serbazan roja Pêncşemê gondê Treimsa topbaran kirin berî êrîşê biken ser wê herêmê. Hejî gotinê ye ku rêberek serhildayan got hijmara qurbanîyan pitirî 200 kesî ye.

Ragehandina dewletî ya Sûrî dide zanîn li wê herêmê serbazan şerê girûpek çekdar kirin.
Li komkujîyên pêştir jî wan kesên jê re dibêjin terorîst li hember komkujîyê tawanbar kirin.

Ev bûyere li demekê de çêdibe ku Civata Ewlekarîya NY miştûmirê li ser biryarek nû û tundtir li dijî hikûmeta Sûrî dike, eger ew li ser êrîşên xwe li dijî rikeberan û xelkê sivîl berdewam be.
XS
SM
MD
LG