Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî: Di Qirkirina Hikûmetê de 200 Kes Hatine Kuştin


Dukelên reş li ser esmanên Humsê biliind dibin
Bizavkarên opozîsyona Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê bi tank û helikopteran pitirî 150 kesan li gundekî parêzgeha Hama kuştine, ku piranîya wan sîvîl in.

Bizavkar û dîdevan dibêjin, hêzên artêşê roja Pêncşemê gundê Treimsa topbaran kirin, berî ku êrîş bikin ser wê herêmê. Rêberekî serhildayan îdîa kir ku hejmara qurbanîyan pirtir ji 200 kesan e.

Medyaya dewlete ya Sûrî ragihand ku hêzên ewlekarîyê li wê herêmê şerî grubeke çekdar kirin û wekî di di komkujîyên pêştir, wan kesên ku jê re dibêjin terorîst bi wê komkujîyê tawanbar kirin.

Balyozê taybet yê navnetewî Kofi Annan îro Înîyê di daxuyanîyeke nifvîskî de got, “ew bi raportên qirkirinê bizidîye û wê kiryarê bi awayê herî tundî şermezer dike.”

Ev qirkirin di demekê de çêdibe ku Civata Ewlekarî ya NY gotûbêjan li ser biryareke nû û tundtir li dijî hikûmeta Sûrî dike, eger Şam bi çekên giran êrîşên xwe li dijî rikeberan û gelê sîvîl berdewam bike.

Bi alîyekî din ve, Rûsya gefan dike ku pêşnîyareke bi piştgirîya Rojavayê veto bike. Moskow daxwaz dike ku erka çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê, jibo 3 mehên din were zêde kirin.

Medyaya Rûsî dibêje, balyozê taybet yê navnetewî Kofi Annan, jibo danûstandinên ser Sûrîyê dê roja Duşemê serdana Moskowê bike.
XS
SM
MD
LG