Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton ligel Serokê Burma'yê Kom Bû


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton û Serokê Burma’yê Thein Sein
Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton îro Înîyê bi Serokê Burma’yê Thein Sein re kom bû, piştî ku Amerîkayê bi fermî toleyên aborî li ser wî welatî rakirin.

Hevdîtin li kêleka konferansa ku li Kambodya-yê didome, hate kirin. Xanim Clinton li meha 12 ya sala borî, dema serdana xwe ya Burma’yê bi Serok Thein Sein re hevdîtin pêk anîbû.

Washingtonê roja Çarşemê tole û cezayên aborî yên 15 salî dawî anîbû û rê li ber kompanîyên Amerîkî vekiribû ku bazirganî û berhemkarî bi Burma’yê bikin.

Qesra Sipî dibêje, biryara ku cara yekê li Gulanê hatibû ragihandin, wekî bersîvekê hember reformên girîng yên aborî û sîyasî li wî welatî.
XS
SM
MD
LG