Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Destûrî ya Tayland'ê: Guherînên Hikûmetê Qanûnî ne


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tayland’ê daxwaznameya opozîsyonê ya ser guherînên destûrê red kir ku ji alîyê hikûmetê ve hatibûn kirin.

Dadgeha Taylandî îro Înîyê biryar da ku guherînên ku hatine kirin, gefan li ser rola monarşîyê nakin, Dadgehê her wiha got, divê referandumek were kirin ku biryar bide hikûmet dikane guherînan bidomîne yan ne.

Qanûna Bingehîn ya niha ji alîyê artêşê ve hatibû amade kirin ku Serokê wê demê Thaksin Shinawatra ji desthilatê gêr kirîbû.

Partîya Serokwezîra niha Yingluck Shinawatra ku xuşka Thaksin e, dibêje jibo pirtir demokrasî li Tayland’ê ew guherînên qanûna bingehîn pêdivî ne.

Lê, Partîya Demokrat ya opozîsyonê dibêje, guherînên hikûmetê wê rola monarşîya Tayland’ê bavêje xeterê û rê li ber Serokê berê Thaksin Shinawatra veke ku vegera welêt, bêyî ku cezayê xwe bikşîne.

Shinawatra jiber tawanên dizî û pere xwarinê bi cezayê zindanê hatibû mahkum kirin.
XS
SM
MD
LG