Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de Herî Kêm 6 Kes li Pakistanê Hatine Kuştin


Di encama peqînekê de, bi kêmî ve 6 kes îro Înîyê li eyaleta Beluscistanê ya Pakistanê hatine kuştin. Peqîn di kombûneke girseyî ya Partîya Netewî ya Awami li paytaxta Belucistanê, Quetta qewimî.

Karbidestên ewlekarîyê dibêjin di peqînê de 1 zarok hate kuştin û bêtirî 12 kesên din jî birîndar bûn.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê bi ser xwe ve negirtîye. Lê, Belucistan ji mêjve qada şerê navbera Şîa û Sunnîyan e.

Li Belucistanê, her wiha gelek êrîşên mîlîtanên cudaxwaz jî diqewimin ku daxwaza otonomîya sîyasî û pirtir mafan dikin. Hikûmeta navendî ji mêjve şerî xirabkarên cûdaxwaz li wê eyaletê dike.

Tê ragihandin, ji destpêka vê mehê vir ve, herî kêm 40 kes ji kiryarên tundûtûj yên li Belucistanê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG