Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karzay Êrîşa Xwekuj li Afganistanê Şermezar Dike


Serokê Afganistanê êrîşeke xwekuj şermezar kir ku di encama wê de 17 kes li rêwresma dawetekê li parêzgeheke bakurî hatin kuştin, û raporên berê durist kir ku digotin 20 kes di êrîşê de hatibûn kuştin.

Serok Hamid Karzay di daxuyanîyekê de got ku di nav wan kesên kuştî de roja Şemîyê li parêzgeha Samangan, Ahmed Khan Samangani, endamê parlemanê û General Mohammad Khan, rêberê sîxorî yê parêzgehê. Endamekî parlemanê, komendarekî polîs û fermandarekî berê yê parêzgehê jî di êrîşê de birîndar bûn.

Serok şandeyek destnîşan kiriye jibo destpêkirina lêkolînekê derbarê êrîşa terorîst.
Birêz Karzai got, dijminên Afganistanê careke din sivîlên bêsuc kirin armanc.
Rêwresma dawetê jibo keça Samangani li paytexta parêzgehê, Aybak pêk dihate.
Desthilatdar dibêjin êrîşbirê xwekuj derbasê hêwana cihê dawetê bû Samangani hembêz kir berî ku xwe pêde biteqîne.

Her li roja Şemîyê, NATO dibêje endamekî wê di êrîşeke çekdar li rojhilata Afganistanê hate kuştin.
XS
SM
MD
LG