Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandan û Pevçûn li Dîyarbekirê


Jibo azadîya rêberê PKK Abdullah Ocalan, ji alîyê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) û Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) îro li Dîyarbekirê bi navê “Jibo Azadîyê Berxwedana Demokratîk” xwepêşandanek hat lidarxistin. Lê jiber hinceta ku dê alozî derkevin û roja mitingê rastê salvegera Xweseriya Demokratîk û roja êrîşa PKK ya Farqînê ye, xwepêşandan ji alîyê Wîllayeta Dîyarbekirê hat qedexekirin
Hejaye gotineye ku Xwepêşandana qedexe vegerîya pevçûna nav xwepêşandan û polêsan.

Hatibû plankirin ku miting îro di saet 16:00’da li qada îstasyonê were çêkirin lê jiber biryara qedexe ya wilayetê, çar alîyê qadê ji alîyê polêsan ve hat girtin. Bi pêşengîya Parlamenterên BDP xwepêşender jiber avahîya BDP xwestin ku ji pênc milan bimeşin ber bi qadê lê polêsan destûr nedan û bi ava tazyîk û xaza îsotê êrîş birin ser xwepêşanderan.

Li hin taxên Baglar, Sur û hin taxên Kayapinarê herwiha li taxa Ofîsê di navbera polês xwepêşanderan de pevçûn derketin. Di pevçûnan de Parlamentera îdirê Pervîn Buldan ji derba guleya xaza îsotê ji lingê xwe, Parlamentera Qersê Mulkîye Birtane ji serê xwe û ya Batmanê Ayla Akat jî ji ber ava tazyîk û dermankirî ji çavên xwe birîndar bûn. Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî jiber xazê ji xwe va çû û wan rakirin nexweşxaneyê. Tevî parlamenteran bi dehan birindar jî neha li nexweşxaneyan tên derman kirin.

Dîsa bi dehan xwepêşander ji alîyê polêsan ve hatin girtin. Qada îstasyonê ji alîyê polêsan ve hê jî girtî ye. Çaverê bû ku rayedarên BDP di derbarê mitingê da li qadê daxuyaniyek bidin lê jiber ku qad hê jî girtîye tu daxuyanî jî nehat dayîn.

Hêjayê gotinêye ku li hin navçeyên Bagler alozî hîn jî dewam dike, li heman navçeyê marketek û gelek taksî hatin şewitandin.

Îro nêzîkê 5 hezar polês li ser kar bûn û jibo ku ji bajarên dinê kes neyên beşdarê xwepêşandanê nebin, hatina Dîyarbekirê asteng kirin.

Hejî gotinê ye, ku peyamhinêra Dengê Amerîka li Diyarbekir, Xecîcan Farqîn ku bo ramalkirina bûyerên roja Şemê li qata xwepêşandanan bû çend caran ket ber bandora pêlên pevçûnan û dûkelê.

Fermo li rapora dengî li lînka jêrîn guhdarî bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG