Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korkmaz: Hikûmeta Tirkîyê Dixwaze Kurdan li Hemberî Hev Rake


Roja Şemîyê jibo azadîya rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan, ji alîyê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) û Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) li Dîyarbekirê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Jiber qedexe û asteng kirina polîsan li bajêr li taxên cûda di navbera polês û xwepêşanderan de pevçûn derket û di encama pevçûnan de 3 parlamenterên BDP’ê jî tê de 40 kes jiber xaza îsotê û derba polêsan birîndar bûn.

Herwiha di encama alozîyê da 86 kes jî hatin binçavkirin.

Derbarê wê bûyerê de, parêzer û şirovekarê sîyasî, Sabahattîn Korkmaz, di hevpeyvînekê de ku Kawe Kurmanc pê re pêkanî gote Dengê Amerîka hikûmetê çi sedemek meiqûl û meşrûi(rewa) nebû wê xwepêşandanê qedexe bike.

Rêzdar Korkmaz got demokrasîya AKPê derbarê pirsa Kurd de demokrasîyek esasi nîne û ji layek den ve jî hikûmet dixawaze Kurdan li dijî hev bikar bîne û BDPê bişkîne.

Wî, her wiha, got sîyseta BDPê jî ku Azadîya Ocalan bêxe pêşîya daxwaza mafên Kurdan ne di cihê xwe de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG