Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen jibo pêkanîna hilbijartinên parlemanê peyameke pîrozkirinê ji Lîbyayê re şand.
Birêz Rasmussen got, hilbijartin jibo Lîbyayê gaveke girîng ya pêşverû ye, di tekoşîna wê ya derbazbûna demokrasîyê de.
Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen di daxuyanîyeke nivîskî de îro Çarşemê pesna sîyasetvan û hemwelatîyên Lîbyayê da ku pişikdarîya hilbijartinên kirin.
Hilbijartina destpêka vê mehê jibo 200 kursîyên parlemanê netewî hatibû kirin.
Encamên ku do Sêşemê hatine dîyar kirin, nîşan didin ku enîya ku bi rêbertîya serokwezîrê serhilda Mahmud Cîbrîl 39 ji 80 kursîyên ku jibo partîyên sîyasî hatibû veqetandin, qezenc dike û hevrikên xwe yên Îslamî têk dibe.
Anders Fogh Rasmussen piştgirîya NATO'yê ya jibo Lîbyayê careke din ragihand. Wî got, NATO hazir e ku alîkarîya Lîbyayê bike, eger eger daxwaz ji wî welatî were.