Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leon Panetta: Rewşa Sûrîyê ji Kontrolê Derdikeve


Leon Panetta
Leon Panetta
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Leon Panetta dibêje, peqîna li Şamê ku çend karbidestên payabilind kuştin, nîşan dide ku rewşa Sûrîyê çawa bi lêzûbezî ji kontrolê derdikeve.

Panetta bang li civata navnetewî kir ku “giwaştina herî zêde” ji Serokê Sûrî Beşar Esed bike ku dest ji seroktîyê berde.

Li moskowê jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov got, ew nikanin piştgirîya pêşnîyareke Neteweyên Yekbûyî bikin ku tole û cezayên nû bînin ser Şamê, jiber ku ewê bibe piştevanîya serhildayan.

Endamên Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, li ber e denganê li ser pêşnîyareke nû bikin. Pêşnîyareke din jî ji alîyê Rûsyayê ve tê ber civatê ku qala tole û cezayan nake.
XS
SM
MD
LG