Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dawud Rajha û Asif Şewket Kî Bûn?


Asif Şewket
Asif Şewket
Wezîrê Berevanî ya Sûrîyê Dawud Rajha, girîngtirîn karbidestê hikûmeta Sûrîyê ye ku heta niha di serhildanê de hatîye kuştin. Generalê berê yê artêşê yê 65 salî, her wiha wekî karbidestê herî mezin yê Krîstîyan yê hikûmeta Sûrîyê dihat nasîn.

Piştî ku di Tebaxa sala borî de hate destnîşan kirin, Rajha yek ji navdartirîn kesitîyên kêmanîyan bû ku ji alîyê Beşar El Esed ve hate bikar anîn, jibo xuyakirina pirrengîya li nav artêş û hêzên ewlekarî ya Sûrîyê ku ji alîyê Alewîyan tê kontrol kirin.

Ev êrîşa ser General Rajha di hikûmeta Sûrîyê de, wekî kuştina yekê ya karbidestekî payebilind tê zanîn, ji destpêbûna serhildanê anku berî 16 mehan vir ve.

Cîgirê Wezîrê Berevanîyê Asif Şewket her wiha zavayê Serokê welat Beşar El Esed bû. Şewket bilî wê postê, her wiha cîgirê serokê ewlekarîyê jî bû. Şewket beşekî girîng bû ji xeleka hundir ya nêzîkî Esed, jiber zewaca wî ligel Buşra Esed ku xuşka Serok Beşar Esed e.
XS
SM
MD
LG