Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Soza 20 Mîlyar Dolar Deyn Dide Afrîkayê


Çîn soz dide ku di nav sê salên were de 20 mîlyar dolaran deyn bide Afrîkayê, wekî alîkarîya projeyên pêşvebirinê li wê parzemînê ku bi çavkanîyên binerdê dewlemend e.

Serokê Çînê Hu Jintao ev qerz roja Pêncşemê, di vekirina hilcivîna rêberên Afrîkayê de, li Pekînê ragihand.

Birêz Hu got, ev alîkarîya diravî dê piştgirîya çandinî, hilberîn û pêşvebirina karsazîyên biçûk li Afrîkayê bike.

20 mîlyon dolarên ku Çîn pêşnîyar dike, ji hejmara sala borî du qat zêdetir e. Çînê cara yekê li Foruma Hevkarî ya Çîn û Afrîkayê ku li sala 2009’an hatibû kirin, 10 mîlyar dolar deyn pêşkêş kirîbû.

Bazirganîya navbera Çîn û welatên Afrîkayê zêde bûye, li dema ku Pekîn çav lê ye ku aborîya xwe bi rêya samanên Afrîkayê geş bike. Asta bazirganîyê sala borî gehişte 166 mîlyar dolarên Amerîkî.
XS
SM
MD
LG