Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî: Roja Pêncşemê 250 Kes Li Sûrîyê Hatin Kuştin


Grûpek mafên mirov ya Sûrî dide zanîn pitirî 250 kesan, di nav de hijmarek xelkê sivîl roj pêncşemê di şeran de li seranserî Sûrîyê hatine kuştin.

Ev hijmare ji layê Zêrevanîya Sûrî bo Mafên Mirov ya bingeh li Londonê ve hatine desteber kirin.

Roja Pêncşemê wek yêk ji rojên herî xwînavî di serhildan 16 mehan de li dijî Serok Beşar el-Esed hatîye bi nav kirin.

Serhildayan kontrola xalên serekî yên ser tixûbî li gel Îraqê û Tirkîyê girtine destê xwe, bû eger karbidestên Îraqê tixûbî xwe bi Sûrîyê re dayêxin. Îraq herwiha dide zanîn serhildayan layê kêm 21 serbazên Sûrî li xala derbazbûna tixûbî kuştin.

Amerîka dide zanîn Civata Ewlekarîya NY bi temamî şikest anîye piştî Rusîya û Çînê biryarek vîto kirin gefên sizayan li Sûrîyê dikir eger ew tundûtîjîyê nerawestîne.

Balyoza Amerîka li NY Susan Rice ew vîtokirin wek pêngavek metirsîdar û cihê mixabinîyê dazanîn. Got sernekeftina Civata Ewlekarîyê ku dest bi kar be rêkê xweş dike bo tundûtîjîyek zêdertir, terorîsmê û şerek herêmî.

Ji layek din ve, li gor jêderên herêmî û rojnama Urşelîm Post Bajarê Kobanî bûye yêkim bajarê Sûrî ku bi bê xwînrêjî azad dibe dikeve destê Kurdan.
XS
SM
MD
LG