Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya 4 Kesên Berguman Desteser Dike


Karbidestên Rûsî dibêjin, wan 4 kes desteser kirine ku tê guman kirin meleyekî payabilind yê Misilman li herêma Tataristanê kuştine û yekî din jî birîndar kirine.

Vekolêrên li Moskowê dibêjin, ew bawer dikin ku her du zanayên olî jiber nêrînên xwe yên nermrê û şerê xwe yê dijî belavbûna Îslama tundrê hatine armanc kirin. Herêma Tararistanê rûbirûyê Îslama radîkal e ku ji Herêma Qafqasyayê belav dibe.

Muftîyê serekî yê Tataristanê Ildus Faizov di encama peqîneke de li nav otomobîla xwe hatibû birîndar kirin, cîgirê wî yê berê Veliullah Yakupov jî, li ber mala xwe hatibû kuştin.

Serokê Rûsî Vladimir Putin ew êrîşan wekî zêdebûna girjî û alozîya li herêmê binav kiribû.
XS
SM
MD
LG