Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan: Roja Pêncşemê Bêtirî 300 Kes Hatine Kuştin


Piştî peqîna Çarşemê dukelên reş ji esmanên Şamê bilind dibin
Televîzyona dewletê ya Sûrî radigîhîne ku serekê ewlekarîya netewî General Hîşam Îxtiyar ji birînên xwe yên êrîşa roja Çarşemê mirîye.

General Îxtiyar karbidestê payabilind yê çarê ye ku ji peqîna roja Çarşemê hatîye kuştin.
Paytaxt Şam bûye qada şer û pevçûnên pir dijwar yên navbra hêzên hikûmetê û yên serhildayan. Medyaya dewleta Sûrî radigîhîne ku hêzên artêşê taxa Midan ya paytaxt Şamê bi tevahî kontrol kirine.

Tundûtûjîya heyî roja Pêncşemî li seranser Sûrîyê berdewam bû. Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê ragihand ku pirtir ji 300 kesan roja Çarşemê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, 19’ê Tîrmehê ji destpêbûna serhildana dijî Serok Beşar Esed vir ve, roja herî xundar bû.

Bi alîyekî din ve, Rûsyayê rexneya Rojavayê li ser vetokirina pêşnîyara Civata Ewlekarîyê red kirin.
XS
SM
MD
LG