Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serekê Ewlekarîya Netewî ya Sûrî General Ixtîyar Mir


Televîzyona dewletê ya Sûrî radigîhîne ku serekê ewlekarîya netewî General Hîşam Ixtîyar jiber birînên xwe yên êrîşa roja Çarşemê mirîye.

General Ixtîyar karbidestê payabilind yê çarê ye ku di peqîna roja Çarşemê de hatîye kuştin.

Paytaxt Şam bûye qada şer û pevçûnên pir dijwar yên navbera hêzên hikûmetê û yên serhildayan. Medyaya dewleta Sûrî radigîhîne ku hêzên artêşê taxa Midan ya paytaxt Şamê bi tevahî kontrol kirine.

Tundûtûjîya heyî roja Pêncşemî li seranser Sûrîyê berdewam bû. Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê ragihand ku pirtir ji 300 kesan roja Çarşemê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, 18’ê Tîrmehê ji destpêbûna serhildana dijî Serok Beşar Esed vir ve, roja herî xundar bû.
XS
SM
MD
LG