Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

N.Y Demê Mana Cavdêrên Xwe li Sûrîye 30 Rojên Din Dirêj kir


Civata Tenahîya N.Y bitêkraya dengan biryar da demê mana Cavdêrên xwe li Sûrîye 30 rojên din dirêj bike, lê hêşta Civatê cudahî hene liser çawanîya çareserkirina şerê xwînî li vî welatî. 300 çavdêrên bê çek pişkek bûn ji nexşeyê pêşvenihêrê N.Y Kofî Anan bo dawî anîna şerê hizaran kes di 16 mehên borî de kuştîn.

Nunera Amerîka li N.Y Susan Rice got, biryara dirêjkirina erkêî çavdêran jibo hindê ye bi silametî ji Sûrîye derkevin. Wê got, Amerîka piştevanîya danana toleyên tund liser rijêma Esed diket, lê Rûsîye û Çîn dîsan gefya vîto kirina biryareka wesa dikin.
XS
SM
MD
LG