Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Helebê Berdewam e


A burnt tank belonging to government forces is seen in Azzaz, Aleppo province, July 19, 2012.
A burnt tank belonging to government forces is seen in Azzaz, Aleppo province, July 19, 2012.
Leşkerên hikûmeta Sûrîyê û serhilda bo roja duwê li bajarê bakurî, Helebê pevçûne.

Çalakvan dibêjin şerê nîvê şevê yek ji bihêztirîn pevçûnan e heta nuha li paytexta Sûrîyê ya bazirganî.

Çalakvanekî Komîteyên Herêmî yên Kordanisyonê dibêje ku jiber pevçûnan gelek rûniştvan neçar bûn ji bajar birevin.

Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî roja Înê bi komî qebûl kir ku 30 rojên din jibo tîma çavdêrîyê li Sûrîyê dirêjtir bike. Lê belê civat li ser çewanîya çareserkirina qeyrana Sûrîyê perçebûyî ma.

300 çavdêrên leşkerî yên bêçek li Sûrîyê ne wek beşek ji plana nûnerê N.Y. Kofî Annan.
XS
SM
MD
LG