Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Rejîm li Şamê bi Tank û Helîkopetran Êrîşa Serhildayan Dike


Çalakvanên Sûrî dibêjin hêzên rejîma Sûrî li Şamê bi tank û helîkopteran êrîşa serhildayan dikin.

Li gor çalakvanan, hêzên hikûmetê bi çekên giran bizavê dikin ku serhildayan li herdu deverên Merzeh û Mezzeh ya paytextê kontrol bikin.

Lê belê medyaya ser bi dewleta Sûrî bikaranîna helîkopteran red dike û radigihîne ku hêzên parastinê şerê paşmayên “terorist” li şeqamên Şamê dikin.

Hevdem, hêzên serhildayan dest bi êrîşekê kir jibo kontrolkirina bajarê Helebê. Komandarekê serhildayan di peyameke vîdyoyî de ragihand ku şerê “azadîya” Helebê destpêkir.
XS
SM
MD
LG