Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lewend Husên Rewşa Dawî li Qamişlo Dinirxîne


Şer û Tundûtîjî li Sûrîyê berfireh dibin û hêzên Sûrîyê roja Yêkşemê çendîn dever li seranserî welatî, di nav de çend taxên Şamê jî, topbaran kirin.

Li gor raportan di çend rojên bihurî de Kurd li Sûrîyê kontrola çendîn bajar û deveran girtine destê xwe.

Lewend Husên, Serokê Yêkîtîya Rojnamvanên Kurdên Rojava bingeh li Qamişlo di hevpeyvînekê de ku hevkar Kawe Kurmanc pêk anîye gote Dengê Amerîka rewşa Qamişlo hêj normal e.

Rêzdar Husên got herçend hêzên hikûmetê xwe ji bazgeh û xalên pişkinînê li dervey Qamişlo vekêşane, hêj kontrola wî bajarî di destê hikûmetê de ye. Wî zêde kir, êrîşek serhildayn bo ser zîndanekê li wê deverê, ku zîndanîyan azad bikin, serkeftî nebû.

Rêzadar Husên, herwiha behsa wan bajaran kir ku heta nuha ketine bin kontrola Kurdan. Bo guhdarîkirina hevpeyvînê li ser fayla dengî kilîk bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG