Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk: Helîkopterek Me li Hekarî Hate Xwarê


Helîkoptereke Tirk
Firokeyeke helîkopter roja Yekşemê li başûr rojhilata Tirkîyê hate xwarê û di encamê de çar kesayetîyên ewlekarîyê hatin kuştin. Karbidest dibêjin ku heşt kesên din jî birîndar bûn.
Helîkopter li devera ku leşkerên Tirk şerê serhildayên Kurd dike hate xwarê.
Artêşa Tirk di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ragihand ku helîkoptera S-70 ya bi navê Sikorsky ya ser bi polîsên Tirkîyê ve li parêzgeha Hekarî, nêzîkî sînorê Îraqê, ket li dema ku dixwest li baregehekê deyine. Çar endamên tîma firokeyê û 11 kesayetîyên ewlekarîyê di hundirê wê de bûn.
Artêşa Tirk got ku helîkopter rastê hin alozîyan hat û ket. Lê Ajansa Firat ya Nûçeyan ya nêzîkî serhildayên Kurd îdia kir ku firoke ew ji alîyê serhildayan ve hate xistin.
XS
SM
MD
LG