Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî: Emê Çekên Kîmyawî Dijî Hêzên Bîyanî Bikarbînin


Cîhad Meqdisî
Cîhad Meqdisî
Hikûmeta Sûrîyê ragihand ku hêzên rejîmê wê çekên kîmyawî li dijî êrîşên hêzên bîyanî bikarbînin, lê belê tu caran bi çekên kîmyawî êrîşa gelê xwe nakin.

Peyvdarê wezareta derve ya Sûrîyê, Cîhad Meqdisî, roja Duşemê got ku artêş embarên çekên navokî yên welatî diparêze.

Hevdem, çalakvan dibêjin ku şer û pevçûn roja Duşemê li navbera serhildayan û hêzên rejîmê berdewam bûn.

Her roja Duşemê, Yekîtîya Ewropî embargoyên tundtir li dijî rejîma Beşar El Esed ragihand û navê 30 kes û kompanyayên ser bi rejîmê di lîsta reş de zêde kir.
XS
SM
MD
LG