Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Bajarên Sûrî Şam û Helebê Gurtir Dibe


Bizavkarên opozîsyona Sûrî dibêjin hikûmeta Sûrî hêzên piştgir şandine bajarê Helebê ku ev pênc roj in şerê tund di navbera artêş û serhildayan de berdewam e.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Londonê ye ragihand ku pevçûn roja Çarşemê li çend taxên Helebê qewimî û hêzên hikûmetê helîkopter bikar tanîn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan her wiha dibêje, bi kêmî ve 32 kes di êrîşên li parêzgehên Heleb, Hama û Îdlib de hatin kuştin. Çalakvan dibêjin hêzên hikûmetê roja Çarşemê, her wiha, êrîş birin ser devera Tel ji derveyî Şamê jî.

Di heman demê de, karbidestên Tirk dibjin, ewê îro Çarşemê derîyên tixubê navbera her du welatan bigirin, jiber xirabtirbûna rewşa ewlekarîyê.

Wekî tê zanîn, serhildayên Sûrî kontrola çend derîyên sînorê destve anîne. Hin qamyonên Tirk di pevçûna navbera opozîsyon û hikûmetê de, li devera Bab El Hawa ya alîyê Sûrîyê hatin şewitandin û talan kirin.
XS
SM
MD
LG