Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîstinên Olîmpîyata Londonê bi Futbolê Destpê Dikin


Du roj mane ku Olîmpîyatên Londonê bi merasîmeke vekerinê destpê bikin, lê kêbirkeya futbola jinan îro Çarşemê destpê kir.

Li vê rojê ku pêşbirkên olîmpîyatê destpê dikin, îhtîmala greveke li Londonê jî ji holê rabû ku tirs hebû ku xizmetên li Firîngeha Heatrow asteng bike.

Sendîkayeke karmendên firokexaneyê plan kirîbû ku roja Pêncşemê dest bi grevekê bike, Lê, heman sendîka ragihand ku ew bi hikûmetê re geheştîye paymenekê û loma jî, dest ji biryara grevê berdaye.

Pispor dibêjin grevek dikaribû problemên mezin ji rêwîyên esmanî re peyda bikira ku jibo merasîma vekirina Olîmpîyatan roja Înîyê diçine Londonê.

Di lîstinên futbolê de, mêvandar Brîtanya bi New Zealand, Japonya bi Kanada û Amerîka jî bi Fransayê re dilîzin.

Pirtir ji 10.000 sporvanên cîhanê di 26 şaxên sporê de tev li Olîmpîyatan dibin. Lîstinên Olîmpîyata Londonê dê heta 12’yê Tebaxê berdewam bikin.
XS
SM
MD
LG