Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romney Dest bi Gera Xwe ya Navnetewî Dike


Berbijarê seroktîya Amerîkî Mitt Romney îro Pêncşemê dest bi gera xwe ya navnetewî ya sê welatan kir û geheşte Londonê ku danûstandinan ligel karbidestên girîng bike.

Birêz Romney li Londonê bi Serokwezîrê Brîtanya’yê David Cameron, Cîgirê wî Nick Clegg û serokwezîrê berê Tony Blair re kom dibe.

Berbijarê Komarî Mitt Romney, her wiha wê beştarî merasîma Lîstinên Olîmpîyatê bike, berî ku ber bi Îsraîl û Polanyayê re here.

Mitt Romney jiber nûçeyeke rojnameya Daily Telegraph ya Britanî bûye armanca rexneyan.

Şîretvanekî Romney ji rojnameyê re gotîye ku Barack Obama çanda Anglo-Sakson ya hevbeş bi tevahî fem nekirîye ku bingeha peywendîyên Amerîka û Brîtanyayê pêk tîne.

Berbijarê Komarî di hevpeyvîneke televîzyona NBC'yê de got, her du welat girêdaneke hevpişk parve dikin û ew bawer dike ku Serok Obama jî hevbîrê vê nêrînê ye.
XS
SM
MD
LG