Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirên Olîmpîyatên Londonê Lêborîna Xwe Raberî Koreya Bakur Dikin


Tîma Koreya Bakur
Tîma Koreya Bakur
Rêvebirên Olîmpîyatên Londonê lêborîna xwe raberî Koreya Bakur dikin, piştî ku wan di maça futbolê ya tîma jinan de, şûna ala wê, bi çewtî ala Koreya Başûr bilind kirine.

Piştî wê şaşitîyê, Koreya Bakur red kir ku derkeve qada lîstinê û lîstina roja Çarşemê bi qasî demjimerêk dereng destpê kir.

Di dawîya lîstinê de, Koreya Bakur li hember Kolombîya bi 2-0 serleftinek destve anî.
Rêkxerên olîmpîyatan dibêjin, ew dê gavên pêdivî bavêjin ku xeletîyên wekî wê nema biqewimin.

Di lîstinên din de, Amerîka li hember Fransayê bi 4-2 û Brîtanya jî 1-0 serkeftin bidest xistin.

Pirtir ji 10.000 sporvanên cîhanê di 26 şaxên sporê de tev li Olîmpîyatan dibin. Lîstinên Olîmpîyata Londonê dê heta 12’yê Tebaxê berdewam bikin.
XS
SM
MD
LG