Karbidestên li bakurê rojavaya Pakistanê dibêjin, peqînek li bazareke qalabalix qewimî û bi kêmî ve 8 kes tê de hate kuştin.
Teqîn roja Pêncşemê li devera Salarzayi pêk hat ku ser bi devera Bajaur ya eşîrî ya li nêzîkî tixûbê Afganistanê ye.
Desthilatdar dibêjin, 2 zarok di nav kuştîyan de bû û bi kêmî ve 20 kesên din di êrîşê de birîndar bûn.
Di encama peqînê, her wiha dukan û otomobîlên li derdorê jî zîyan dîtin.
Heta niha ti grûb berpirsîya êrîşê nexistiye stûyê xwe, lê Talîbana Pakistanê, li herêmê xwedî dîroka êrîşên ji vî rengî ye.
Hate ragihandin ku artêşa Pakistanê li herêma Bajaur, jimareke operasyonan dijî mîlîtanan pêk anîne.