Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêşeya Girava Kêşebar li Deryaya Çînê Berdewam Dike


Çîn do Pêncşemê ragihand ku wê jibo bingeha leşkerî ya li girava kêşebar hate damezrandin, 2 karbidestên bilind yên leşkerî destnîşan kirine.

Medyaya fermî îro Înîyê ji zarê Berdevkê Wezareta Berevanîyê Yang Yujun radigihîne ku ew bingeha leşkerî dê jibo bergirîya bajarê Sansha berpirs be.

Ew bajar roja Duşemê li seranser giravên Deryaya Başûrê Çînê berî demeke kin li ser girava ku kêşe li ser heye hate damezrandin.

Piştî biryara Pekînê reaksîyênên lezgîn ji Serokê Fîlîpînê Benigno Aquino hat. Wî di axaftina xwe ya jibo gel de got, welatê wî li ser vê kêşeyê paşve gavan navêje.

Ev giravên kêşebar bûye sedema arîşeyan li nav 5 welatan û xencî Çînê, Vîetnam, Malezya, Brunei û Taywan jî mafê xwe li ser van giravan îdîa dikin.
XS
SM
MD
LG