Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Peymana Ewlekarîyê ligel Îsraîlê Îmza Dike


Serokwezîrê Îsraîlê roja Duşemê bi Serok Obama re kom bû.
Serokê Amerîka Barack Obama îro Înîyê peymanekê îmza dike ku peywendîyên leşkerî yên navbera Amerîka û Îsraîlê firehtir dike.

Birêz Obama dê peymana behskirî îro li Qesra Sipî, bi merasîmekê îmza bike, çend roj berî serdana hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney ya Îsraîlê.

Birêz Romney jiber sîyaseta Serok Obama ya li ser Îsraîlê û reftera wî ya dijî Serokwezîrê wê Benjamin Netanyahu, rexne li birêz Obama digirt.

Te çaverê kirin ku Mitt Romney li meha tê bi Benjamin Netanyahu re hevdîtinek bike.

Serokê Amerîka Barack Obama ji, di kempeyna xwe ya seroktîyê de hewil dide ku li çend eyaletên girîng yên wek Florida piştgirîya Cîhuyan wergire. Gelek Amerîkîyên Cîhu ji sîyaseta birêz Obama ya li ser Îsraîlê dudil in.

Serok Barack Obama di dema kempeyna xwe ya seroktîyê de, li sala 2008’an çûbû Îsraîlê, lê pişt ku ew bibû serok serdana wî welatî nekirîbû.
XS
SM
MD
LG