Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî: Êrîşên Hikûmetê li Heleb'ê Îro jî Dodomin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê êrîşên xwe li ser bajarê herî mezin, Heleb’ê îro Înîyê jî didomînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê got, hêzên Beşar Esed îro Înîyê li çend kolanên bajarê Heleb’ê çekên giran û helîkopteran bikar tînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan her wiha ragihand ku li deverên din yên Heleb’ê pevçûn û peqîn eqimîn û jimareke kes jî hatine kuştin.

Rêvebira Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, Navi Pillay îro Înîyê xema xwe dîyar kir ku reng e, di demeke nêzîk de şerekî mezin li Helebê derkeve. Xanim Pillay, bang li hêzên hikûmet û opozîsyonê kir ku sîvîlan biparêzin.

Di heman demê de, Xaça Sor a Navnetewî îro Înîyê ragihand ku ew hinêk ji karmendên xwe yên bîyanî, jiber sedemên ewlehîyê ji Sûrîyê derdixe û dibe Lubnana cîran.

Berdevkê Xaça Sor Hîşam Hasan jî da zanîn ku Heyva Sor a Sûrî jî çend operasyonên xwe yên alîkarîyê li Heleb’ê radiwestîne.
XS
SM
MD
LG