Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Abdulbasit Seyda: Em Xwe jibo Hikûmeteke Demkî li Sûrîyê Amade Dikin


Encûmena Niştimanî ya Sûrîyê
Grubeke opozîsyona Sûrîyê li Doha paytexta Qeterê kom dibe jibo giftûgokirina rewşa Sûrîyê û têkilîyên navbera hêzên opozîsyonê û herwiha eger damezrandina hikûmeteke demkî jibo qonaxa piştî Esed. Encûmena Niştimanî ya Sûrîyê roja Pêncşemê kombûna xwe berdewam kir.

Di vê derbarê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek ligel Dr. Abdulbasit Seyda, Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrîyê pêk anî.

Birêz Seyda dibêje, ew hewil tên kirin jibo yekîtîya hêzên opozîsyonê di vê qonaxa dijwar de ku Sûrîyê tê de derbaz dibe.

Dr. Seyda her wiha dide zanîn ku hewildanên avakirina desthilateke demkî ji alîyê opozîsyonê ve tê nîqaş kirin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka destê çepê klîk bikin.
XS
SM
MD
LG