Piştî ku hate ragihandin ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) pênc bajarên Kurd li seranserî sînora navbera Sûrîye û Tirkîyê kontrol kirîye, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan got Tirkîye dê nehêle ku herêmeke Kurd li Sûrîyê were damezrandin.
Serkwezir Erdogan destnîşan kir ku Wezîrê Derve yê Tirkîye Ahmet Davutoglu roja Çarşemê dê here Hewlêrê û ligel karbidestên hikûmeta Kurdîstana Îraqê dê kom bibe da ku xem û fikarên Tirkîyê bigihîne wan.
Li hember daxuyanîyên serokwezîr, sîyasetvanên Kurd jî daxûyanîyan dan û destnîşan kirin ku maytekirina (mudaxaleya) Tirkîye li ser Kurdên li Sûrîyê dê bibe egera bûyerên nexweş.
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser daxuyanîya serokwezîr got “Ger hezkirina Kurdên Sûrîyê jibo PKK hebe, ev nayê wateya ku ew gel sûcdar an terorîst e, ev rastî jî maf nade serokwezir ku bêje emê mudaxale bikin”.
Selahattîn Demîrtaş got “divê welatên ku Kurd lê dijîn, xema perçebûnê nexwin jiber ku Kurd naxwazin sînor bên guhertin. Ew dixwazin li welatên xwe bi sîstameke demokratîk bijîn û statuyeke wan ya sîyasî hebe”.
Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî di derbarê mijarê da got,Tirkîye nikare 20 mîlyon Kurdên ku di nav sînorê Tirkîyê de dijîn tune bihesibîne. Osman Baydemîr her wiha got, dilxweşîya Kurdan divê nebe egera xema dewleta Tirkîyê.
Bajarvanê Amed’ê Osman Baydemîr dîyar kir ku tekane rêya çareserîya pirsgirêka Kurd ew e ku çawa li Îraqê Kurdîstaneke xweser heye, divê li İran, Sûrîye û li Tirkîyê jî xweserîya Kurdîstanê ava bibe.