Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandin li Hong Kongê lidar Dikevin


Bi hezaran beşdarî xwepêşandinê bûn
Bi hezaran beşdarî xwepêşandinê bûn
Bi deh hezaran rûniştvanên Hong Kongê tevlî protestoyan bûn dijî planeke hikûmetekê jibo anîna dersên welatparêzîya Çînî li dibistanên xwecihî.

Xwenîşanderên roja Yekşemê bang li hikûmetê kirin ku planê rawestînin, ku tirsê li cem wan çê dike ku dê mejiyê zarokan bi propogendaya Komunîst bişo.

Berpirsên xwepêşandinê gotin ku nêzîkî 90 hezar mirov têde beşar bûn, li dema ku jêderên polîsan ragihandin ku nêzîkî 32 hezar kes amade bûn.

Hikûmeta Hong Kong dibistanên seretayî palpişt dike ku rêbazeke nû ya xwendinê werbigire ku têde hestên şahnazîya bi neteweya Çînî bilind bikin.
XS
SM
MD
LG