Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî Berdewamîya Pevçûnan Radigihînin


Bizavkarên rikaberên Sûrî radigihînin ku îro Sêşemê şerên mezin li seranser wî welatî qewimîne, ku bajarê herî mezin Helebê jî nav de ye.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mavên Mirovên bingeh li Londonê got, hêzên hikûmetê jimareke rendekên Helebê bombebaran kirin û leşkeran li nav bajêr şerî serhildayan kir.

Raportên rêxistinê, ji zarê şahîdan di nav welatî de, nayên piştrast kirin, jiber astengên li pêş ragihandina bîyanî li Sûrîyê. Ew raport radigihînin ku hêzên Serok Beşar Esed çend cih bombebaran kirin û li bajarê Deraa bi ser çend cihan de girt.

Bizavkar her wiha dibêjin, şer li çend cihan li Şamê û parêzgeha Humsê jî qewimîne.

Bi alîyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon do Duşemê got, ew gelek ketîye xema kartêkirina bombarankirin û karînana çekên giran li ser sîvîlan.

Wî her wusa daxwaz ji Esed kir ku sozê bide di her şert û mercna de çekên kîmyayî bikar neyîne.

Her do Duşemê, Wezareta Derve ya Birîtanî got, serokê desteya dîplomatên Sûrî li Londonê, ji rejîmê cûda bû û giheşt rêza dîplomatên payabilind ku dest ji karê xwe berdane, jiber nerazîbûnê li hember tepeserkirina rikaberan.
XS
SM
MD
LG