Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton li Uganda ye ku Ewlekarîya Herêmî Gotûbêj Bike


Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton li Zanîngeha Dakar axaftinek dike. Senegal, Tebax 1, 2012.
Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton berê xwe dide Uganda’yê, ku danûstandinan ligel Serokê wî welatî Yoweri Musevei bike.

Serdana Xanim Clinton, beşekê ji gera wê ya li nav çend welatên Afrîkayê ye.

Birêz Clinton dê di danûstandinên roja Înê de, balê bikşîne ser rola Ugandayê ku Amerîka di ewlekarîya herêmê de hevpareke girîng dibîne.

Xanim Clinton her wiha li ser mijarên din yên wek xurtkirina piştgirîya dezgehên demokratîk û mafên mirovan jî bi karbidestên wî welatî re gotûbêj bike.

Wezîra Derve Clinton, roja Çarşemê hişyarî dabû rêberên Afrîkayê ku divê yan ew rêzê li mafên gelên xwe bigirin, yan jî ew dê neçar bin ku desthilatê ji dest bidin.

Wezîra Derve ya Amerîkayê d axaftinekê de li Senegal’ê, got ku Afrîkayî daxwaza guhertinê li welatên xwe dikin, cîhê ku jimareke biçûk ji gel xweşhalî û dewlemendîyê dibîne, lê piranîya gel di bin xizanî û hejarîyê de dijî.
XS
SM
MD
LG