Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Kurd Êrîşên Xwe li Tirkîyê Zêde Dikin


Televîzyna dewletê ya Tirkîyê dibêje, serhildayên Kurd di êrîşekê li başûrî welêt de, herî kêm 1 kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar kirin.

Televîzyona dewletê TRT îro Înîyê dibêje, serhildayan êvara Pêncşemê li nêzîkî bajarokê Eruh a Sêrtê avêtin ser qaraqolekê, dema leşkeran dest bi şîvxwarinê dikir.

Hêzên Tirk, ev salên dûr û dirêj in ku bi serhildayên Kurd re di nav şer û pevçûnan de ne.

Serhildayên Kurd jibo otonomîya Kurdî li başûrê rojilata welêt şer dikin ku piranîya rûniştîyên wê derê Kurd in.

Enqere di xemê de ye ku serhilda şerê navxweyî yê li Sûrîyê kar bînin û li dijî wê êrîşan pêk bînin.
XS
SM
MD
LG