Dadgeha Tawanên Ceng ya Neteweyên Yekbûyî dibêje, wê runiştina 13'ê Tebaxê ya doza hember serokê berê yê Komara Derava Diranfil, Laurent Gbagbo paş êxist.
Dadgeha Tawanên Ceng îro Înîyê got, ew de biryarê bide ka saxlamîya Laurent Gbagbo baş e ku derkeve pêş dadgehê ya ne. Dadgeh her wiha dide zanîn ku li ser daxwazîya awuqatên birêz Gbagbo, sê doktor hatine destnîşan kirin ku biryara ser saxlemîya wî bidin.
Laurent Gbagbo rû bi rûyê 4 tawanên dijî mirovahîyê ye, jiber tundûtûjîya piştî hilbijartina seroktîyê ya 2010an ku wî şikestinek xwaribû.
Hêzên serhilda yên Perava Diranfil, Gbagbo li meha Nîsanê desteser kirîbû. Bi girtina wî, şer û pevçûnên ku bi mehan dom dikin, dawî hat ku pirtir ji 3.000 kes tê de hatibûn kuştin û bi mîlyonan kes jî ji cîh û warên xwe hatibûn dûr xistin.