Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Sîstemeke Nû ya Mûşekên Xwe Diceribîne


Îran dibêje wê bi serkeftin mûşekeke kurtavêj ceriband. Tehranê ragihand ku di nav mûşekê de sîstemeke nû heye ku plan dike di paşerojê de li hemû mûşekan siwar bike.

Wezîrê Berevanîya Îranê Ahmad Vahidi roja Şemîyê got ku sîstema nû dikarîn heye ku armancên li erd û nav deryayê jî bide ber êrîşê. Wî herwiha got, mûşeka Fateh 110 dikare bi dûrbûna 300 kîlometran diçe, anku dikare welatên derdora Îranê tenê bike armanc.

Vahidi got ku sîstema nû ya rêberîyê dê bibe beşek ji avakirina mûşekên Îranê di paşerojê de.
XS
SM
MD
LG