Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zaradeşt Elî: Rewşa Penaberên Kurdên Sûrîyê li Kurdistana Îraqê Ne Gelekî Baş e


Li gorî rêxistinên xwecihî û navneteweyî yên mafên mirovan, jimara hemwelatîyên Kurdên Sûrîyê ku revîyane Kurdistana Îraqê gihiştîye 7 hezaran. Ev kes jiber ne aramîya ewlekarîyê û têkçûna rewşa aborî ji Sûrîyê derketine û li Kurdistana Îraqê bûne penaber.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, çalakvanê siyasî Zaradeşt Elî dibêje ku rewşa van penaberan ne gelekî baş e, jiber ku alîkarîya hikûmeta herêmê têra daxwaz û pêdivîyên wan nakin.

Birêz Elî di hevpeyvînê de bang li hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan kir ku asta alîkarîyê jibo van peranberan zêde bikin.

Jibo guhdarîkirina dirêjahîya hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG