Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nazmî Gur: Tirs Heye Şer li Tirkîyê Berfirehtir Bibe


Nazmi Gur
Hêzên parastina Tirkîyê diden zanîn di êrîşek berfireh ya leşkerî de nêzîk 115 serhildayên Kurd li başûra welat hatine kuştin.

Wezîrê Navxwe Idrîs Naîm Şahîn got ew serhildayî di êrîşek li ser erdî de hatine kuştin ku ji 23 ê mehê ve li wilayeta Hekarî destpêbûye.

Kanalek televizyonî ya herêmî dazanîn heta 2000 serbaz beşdarî wê operasyonê bûne.

Di vê derbarê de, Parlemanterê bajarê Wanê û ser bi BDPê li parlemana Tirkîyê Nazmî Gur di havpyvînekê de ku hevkar Canî Dîlan pêk anîye gote Dengê Amerîka, wan wek parlemanter bizav kirine pêşî li wî şerî bê girtin lê nekarîne.

Rêzdar Gur dibêje di nav proseya guherînên rojhilata navîn de Kurd jî dixwazin bigehin mafên xwe. Bo guhdarîkirina hevpeyvînê li ser fayla dengî li jêr kilîk bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG