Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilovan Berwarî: Tirkîyê Dixwaze Kurdên Sûrîyê Parçe Bike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu

Rêvebirê Konseya Amerîkî Kurdî, Dilovan Berwarî dibêje pêwîst e Kurdên Sûrîyê yekîtîyeke siyasî ava bikin jibo rê li ber dijminên xwe bigirin

Hîn serdana Wezîrê Derve yê Tirkîyê bi herêma Kurdistan Îraqê û hevdîtina wî ligel jimareke rêberên Kurdên Sûrîyê cihê gengeşîyê ye li kolana Kurdî. Nêrînên cuha derbarê vê hevdîtinê derdikevin holê.

Di hevpeyvînekê ligel Dengê Amerîkayê, birêz Dilovan Berwarî, Rêvebirê Konseya Amerîkî Kurdî dibêje, Tirkîyê dixwaze Kurdên Sûrîyê parçe bike û dûrî hev bixîne.

Birêz Berwarî herwiha got, pêwîst e Kurdên Sûrîyê di zûtirîn dem de yekîtîyeke siyasî ava bike da ku rê li ber projeyên dijminên xwe bigirin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.
XS
SM
MD
LG