Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrîyê Wargehên Opozisyonê Dikin Armanc


Artêşa Sûrîyê êrîşên xwe ligel helîkopter û çekên giran li dijî wargehên serhildayan roja Yekşemê li bajarê Helebê berdewam kirin.

Mezintirîn bajarê Sûrîyê bûye bera şerekî girîng li dijî desthilatdarîya Serokê welat Beşa el-Esed ku ev nêzîkî sal û nîvekê serhildan berdewam e.

Çavdêrîya Sûrîyê ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku bêtir ji 40 Sûrî, 25 ji wan sivîl, hate piştrast kirin ku roja Yekşemê li welat hatine kuştin. Jimara qurbanîyan bi awayekî serbixwe nehatiye piştrast kirin.

Li heman demê, medyaya Îranê got ku Tehranê daxwaz ji Tirkîye û Qeterê kiriye ku alîkarîya rizgarkirina 48 hemwelatîyên wê bike ku roja Şemîyê li Şamê hatin revandin. Îran dibêje, kesên hatine revandin oldar bûn ku serdana Sûrîyê dikirin, lê komendarekî Artêşa Sûrî ya Azad dibêje ew kes ji Pasvanên Şoreşgerî yên Îranê bûn.

Li dema ku Îran piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dike, Tirkîye û Qeter piştgirîya opozisyonê dikin.
XS
SM
MD
LG