Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Leşkerên Wê 115 Serhildayên Kurd Kuştine


Hêzên ewlekarîya Tirkîyê dibêjin di êrîşeke berfireh ya artêşê de 115 serhildayên Kurd li başûrê welat hatin kuştin.

Wezîrê Hundirê Îdrîs Naim Şahîn got, serhilda di operasyoneke asmanî û erdî de hatin kuştin ku 23’ê Tîrmeha borî nêrîkî bajarokê Şemzînanê destpê kir.

Televizyoneke xwecihî got, nêzîkî du hezar leşker beşdarî operasyonê bûn.

Axaftinên Şahîn hatin dayîn çend demjimêran piştî ku karbidestan gotin, 22 kes di şerê nîvê şevê de navbera leşkerên Tirk û serhildayên Kurd li parêzgeha Hekkarî hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG