Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton ligel Rêberên Afrîkaya Başûrî Dicive


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton li paytaxta rêvebirinê ya Afrîkaya Başûr e da ku pişikdarî li kombûnekê ligel karbidestên girîng û rêberên karsazî bike.

Xanim Clinton îro Sêşemê, di Civîna Salane ya Amerîka û Afrîkaya Başûr de, li Pretoria bi Wezîra Derve Maite-Nkoana-Mashabana re kom dibe.

Hillary Clinton wê çar rojan li Afrîkaya Başûr bimîne û ew di danûstandinên xwe de wê balê bikşîne ser berhemkarî û bazirganîya nav her du alîyan.

Afrîkaya Başûr ekonomîya herî xurt ya parzemîna Afrîkayê û her wiha, bazara herî mezin ya tişt û berhemên Amerîkî ye.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dê her wiha hewil bide ku di krîza Sûrîyê de piştgirîya Afrîkaya Başûr misoger bike ku endama Civata Ewlekarîyê ya Netweweyên Yekbûyî ye.

Xanim Clinton do Duşemê bi serokê berê Nelson Mandela yê 94 salî re kom bû.
XS
SM
MD
LG